Weþana Zanist û Teknolojîya Kurdî û Cîhanê  www.zanistuteknoloji.com                                      

 

 

                                 
 

Ji Cîhana Zanist û Teknolojî 

Ji Zanist û Teknolojîya Kurdî    │

Bernamesazî û Malpersazîya Kurdî   │

Dîrok û Pêþengên Zanistê   

Gotarên Zanistî

                                                                                                                                                                                                                                              

 

 

 

 

 

 Nûçe

 

Ji bo zimanê Kurdî gaveke dîrokî;"Pergela Xebitandinê ya kompîterê Lînux êdî bi Kurdî ye"

02 Berfanbar, 2006

 

  

tux-kurd.jpg

Bi hevkariya Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna Çand û Ziman û Þaredariya Sûrê ya Diyarbekirê û , Pergala Xebitandina Ubuntuyê ya Kurdî ya yekem hat amadekirin û resepsiyona danasîna wê hat lidarxistin.

Serokê Þaredariya Bajarê Mezin Osman Baydemîr di resepsiyonê de axivî û Pergala Xebitandina Kurdî wek gaveke dîrokî nîrxand û got; ji bo pêþeroja tevahiya çand û zimanan divê wek pêþketineke mezin bê nirxandin.


Resepsiyona danasîna Pergala Xebitandina Kurdî Linux ya yekem bi navê ‘Ubuntu’ ku bi hevkariya Þaredariya Sûrê û Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna Çand û Ziman hatibû amadekirin li Class Otêlê hat lidarxistin. Li gel Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun, Osman Ozçelîk, , Serokê Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr, Serokê Þaredariya Sûrê Abdullah Demîrtaþ û nivîskar û rewþenbirên ku ji bo Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê bûn nêzî 300 kesî beþdar bûn. Li resepsiyonê di destpêkê de Serokê Þaredariya Sûrê Abdullah Demîrbaþ mafê axaftinê stend û da xuyakirin ku ji rojeke wiha dîrokî re þahidîkirin û di destpêka wê de ked-dayîn ji bo wan rûmeteke mezin e.

 Demîrbaþ da xuyakirin ku ziman ji bo gelekî pêwîstiya hebûnê ye û got; “Ku hûn li qadeke xizmetê dixebitin, ji bo ku hûn bikaribin ji wan mirovan texdîrê bistînin divê ku hûn giramiyê bidin ziman û çanda mirovên wê herêmê.” Demîrbaþ da zanîn; “Ku li Diyarbekirê pirçandîbûn hebûya wê aþtiya wan çandan jî hebûya” û got; çi wexta ku tenê yekzimanî û piþaftinê dest pê kir wê demê li vî welatî þer jî dest pê kir. Demîrbaþ gotinên xwe wiha domand: “Ev gava me bi armanca xebateke pirzimanî û bi hev re jiyînê ye. Heger me bi vê xebatê pîþtgirî dabe çanda kurd her bijî ji me re.”


Rojeke Dilþadiyê

Nivîskarê kurd Mehmed Uzun ku demeke li Diyarbekirê tedawiya ‘penceþêrê’ dibîne jî da xuyakirin ku ev pergala xebitandinê ya kurdî ku hatiye amadekirin cihê dilþadiyê ye û got; “Îro rojeke dilþadiyê ye. Ji îro û pêve zimanê kurdî gaveke mezin davêje û di qada ragihandinê de derbasî kompîturê dibe. Zimanê kurdî ku roj bi roj belav dibe bi pêþ dikeve, derbasbûna wê ya ragihandinê ku qadeke kêm bû serkeftin û kedeke mezin e. Zimanê kurdî li baþûr ji vir çêtir bi pêþ ketiye. Hevî dikim û dixwazim ku bi van xebatan wê li Tirkiyeyê jî girîngiya kurdî bê fêmkirin û bi pêþ bikeve.”

Osman Ozçelîk jî da xuyakirin ku sektora ragihandinê êdî sînor ji holê rakirine û sînor êdî li ber tunebûnê ne û got kurdiya ku ketiye nêvenga kompîturê li her kesî/ê pîroz be.

Baydemîr got: “Pergala Xebitandinê ya Kurdî gaveke dîrokî ye”

Serokê Þaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemîr pergala Xebitandinê ya Kurdî ku ji aliyê Þaredariya Sûrê û Komeleya Pêþxistin û Lêkolîna Çand û Ziman (Karger) ve hatiye amadekirin ji bo zimanê kurdî wek gaveke mezin nirxand û got; divê ku ev pêþketina dîrokî li hember zimanên din wek dijîtiyekê neyê nirxandin. Baydemîr ji bo kesên ku di projeyê de keda wan derbas bûye spasiyên xwe pêþkêþ kir. Piþtî axaftinan Pergala Xebitandinê ya Kurdî ya bi navê ‘Ubuntu’yê bi sînevîzyonekê hate danasîn û pasta hate belavkirin.

Di sala 2005’ê de dest pê kir

Xebatên amadekirina Pergala Xebitandinê ya Kurdî ya bi navê ‘Ubuntu’yê di sala 2005’e dest pê kir. Ji bo kurdîkirina kompîturê xebatên ku hatin meþandin bi Koma PCkurd a ji aliyê Amed Çeko Jiyan, Elîxan Loran, Erdal Ronahî, Rêzan Tovjîn, Ridvan Bozkurt, Rizoyê Xerzî û Serhat Ronahî ve hatibû damezirandin hat destpêkirin. Piþtî biryargirtina pergala xebitandinê bi navê ‘UBUNTU GNU/LÝNUX’ê ji bo kurdî hate wergerandin, Ubuntuya kurdî ya yekem 5.04 hate belavkirin. Piþtî wê Ubuntu 6.06 hîn zêdetir bi kurdîbûyî hate belavkirin..
 

PÊYWENDÎDAR
Malpera Lînuxa Kurdî
http://www.ubuntu-ku.org/

 

 

çavkanî | HAWAR DENGÛBAS

 

 

 

 

 

 

 

 

 

GIRÊDANÊN SPONSOR

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Hemû Mafên ZANISTUTEKNOLOJI.COM ya HKMG ye. | Derbarê ZTde |  Peywêndî   |  Navdank  | Reklam Dayîn 

 Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group | Hemû mafên wî parastîyê  |  All Rights Reserved